Li Hewlêrê 2 jê zarok 6 kesên din bi Covid-19ê ketine
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, 6 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronya (Covid-19) hatine piştrastkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, di nava haletên nû de 2 zarokên jî hene.
Herwiha li gorî wê daxuyaniyê 3 ji tûşbûyan jî jin û kesek jî zilam e.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ku hejmara giştî ya kesên ku li herêmê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 91 kesan, ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ji 14ê Adarê û vir ve, li Herêma Kurdistanê bi mebesta rêlibergirtina belavbûna nexweşiyê derketina derve qedexe ye.
Ji 22 kesên ku bi wê nexweşiyê ketine 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û yên din jî baş bûne û ji nexweşxaneyê derketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin