Wezareta Tenduristiyê amarên dawî ragihandin: 14 kesên din bi Covid-19 ketine

01 April 2020 16:11 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê amarên dawî ragihandin: 14 kesên din bi Covid-19 ketine

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê amarên 24 saetên dawî yên pêketina bi vîrusa korona ragihandin. Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên borî de 14 kesên din bi COVID-19 ketine û hejamara giştî ya li seranserê Herêma Kurdistanê bûye 176 kes.

1- Kerentîn

Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (5910) kes li (36) cihên cuda bûn. Niha tenê (1538) kes di kerentînê de mane, (577) kes li Hewlêrê, (127) kes li Silêmaniyê, (754) li Duhokê, (48) li Helebce, (32) li Raperînê. (4372) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (356) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.

2- Pişknîn

Di 24 demjimêrên bûrî de (548) pişknîn hatin kirin, (349) li Hewlêrê, (123) li Silêmaniyê, (76) li Duhokê.

Derencam (14) pêketiyên nû hatin tomarkirin:

Li parêzgeha Hewlêrê (6) kes in, ku (2) jinên temen (33) û (17) salî ne. (2) peyayên temen (73) û (35) salî ne û ji pêketiyekî berê vegirtine. Herwiha peyakî temen (73) salî ji Brîtanya vegeriyabû û bijîşke temen (24) salî ne.

Li Parêzgeha Silêmaniyê (5) kes in, ku her (5) li nava bajêr in û wiha ne: Peyakî (30) salî, (3) jinên temen (49), (27) (21) salî ne û zarokekî temen (10) salî ne.

Parêzgeha Duhokê (3) kes in, ku (2) peyayên (42) û (32) salî ne û jineke temen (57) salî ye, du ji wan ji qezaya Zaxo ne û yek ji qezaya Amêdiyê ye.

3- Amarên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (176) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (61) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî  rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin, ji ber ku bi rêjeya (% 79) ku dike 139 kes ji ber pabendnebûna bi rênimayên tenduristiyê ji hev vegirtine. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin.