Li Hewlêrê 6 kesên din ji nexwesiya Covid-19 bas bûn
PeyamaKurd - Rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed Fatih ragihand, 6 tûşbûyên din ên nexweşiya vîrusa koronayê li Hewlêrê baş bûn.
Dr. Dilovan Mihemed Fatih got: “Li ser wan 6 kesan pişkinîna li pey hev hat kirin û encam her nerênî bûn, lew hatin vegerandin bo nav malbatên wan.”
Dr. Dilovan da xuyakirin, li Hewlêrê hejmara kesên baş bûne gihîştiye 140 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin