Li Hewlêrê 3 kesên din tûsî Covid-19 bûn, 2 kes jî bas bûn
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 3 kesên din bi vîrusa korona ketiye.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan, 3 pêketiyên nû bi vîrusa koronaya nû COVID-19 li bajarê Hewlêrê hatin tomarkirin.
Wezaretê da zanîn, ew her sê piya ne û temenê wan (34), (35) û (54) salî ne, ku 2 ji wan di kerentînê de bûn û welatiyên biyanî ne, ewê din jî ji Brîtanyayê vegeriyabû.
Rêvebertiya Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê jî ragihand ku 2 pêketiyên bi vîrusa korona li Hewlêrê bi temamî baş bûne. Li gorî amaran, heta niha 5 kes bi temamî li Hewlêrê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Bi vê hejmara dawî re hilgirên Covid-19 li Herêma Kurdistanê 128 kes in, 2 haletên mirinê hene û 53 kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya pizîşkî de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin