Li Tirkiyê 4,489 kesên din tûsî Covid-19 bûn û 97 kesan jî can da

12 April 2020 20:52 0 dîtin
Li Tirkiyê 4,489 kesên din tûsî Covid-19 bûn û 97 kesan jî can da

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca amarên dawî yên nexweşên vîrusa koronaya nû Covid-19 li seranserê Tirkiyê eşkere kir.

Li gorî amarên 24 saetên dawî, 4 hezar 489 kesên din tûşî vîrusa korona bûne û 97 kesên din jî can dane.

Bi vî awayî hejmara tûşbûyan gihîşt 56,956 kesan û hejmara miriyên ji vîrusê jî gihîşt 1,198 kesan.