COVID-19 | 411 kesên din pê ketin, 4 kesan jî can da
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 411 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan can can daye.
Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin 411 kesên bi vîrûsa koronayê ketine; 165 kes li Hewlêrê, 147 kes li Silêmaniyê, 97 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
Herwiha 4 kesan jiyana xwe ji dest daye ku 2 kes li Hewlêrê, kesek li Silêmaniyê û kesek jî li Germiyanê ye.
Wezaretê eşkere kir ku di 24 demjimêran de 166 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan gihîşt 116295 kesan, ya mirinan bû 3610 kes û heta niha 107194 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin