Covid-19 | 2 kesan can da, 107 kesên din jî pê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 107 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku ji 107 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 13 kes li Hewlêrê, 44 kes li Silêmaniyê, 45 kes li Duhokê û 5 kes jî li Germiyanê ne û 2 kesên wefat kirine jî li Duhokê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 395 kes jî ji nexweşiya vîrusa korona rizgar bûne.
Bi van amarên dawî re, hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê gihîşt 106185 kesan, ya mirinan bû 3472 kes û heta niha 99191 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin