Rojava | 12 kesan wefat kir, 275 kesên din bi koronayê ketin

08 October 2021 18:34 0 dîtin
Rojava | 12 kesan wefat kir, 275 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 275 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî pê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniya îro Înê de eşkere kir; 275 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 46 kes li Hesekê, 43 kes li Qamişlo, 20 kes li Dêrikê, 14 kes li Amûdê, 2 kes li Rimêlan, 17 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Girkê Legê, 69 kes li Reqayê, 39 kes li Tebqayê, 1 kes li Kobanî, 3 kes li Kampa Erîş, 18 kes li Dêrezorê û 2 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku di nava 24 demjimêran de 8 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine gihîştiye 29894 kesan, ji wan 2227 kes baş bûne û 1000 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.