Rojava | 220 kesên din bi koronayê ketin, 5 kesan jî wefat kir
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di nav 24 saetên borî de 220 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kes jî mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa, eşkere kir ku 220 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 47 kes li Hesekê, 71 kes li Qamişlo, 50 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê, 15 kes li Dêrezorê, 26 kes li Reqayê 17 û 3 kes li Kampa Holê ne.
Hat diyarkirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihişt 13423 kesan, ji wan 1421 kes baş bûne û 447 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin