Rojava | 6 kesan wefat kir, 166 kesên din bi koronayê ketin

19 April 2021 17:40 0 dîtin
Rojava | 6 kesan wefat kir, 166 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser di 24 saetên borî de, 166 kesên din bi koronayê ketin û 6 kesan jî wefat kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 2 mêr û jinek ji Qamişloyê, mêrek ji Hesekê, mêrek ji Dêrikê û jinek ji Dêrazorê mirine.

Mistefa diyar kir, li herêmê 166 kesên din; 94 mêr û 72 jin, bi vîrusa koronayê ketine ku herêmên wan ev in: Hesekê: 47, Qamişlo: 59, Dêrik: 27, Dirbêsiyê: 7, Reqa: 25, Kampa Holê: 1

Herwiha hat eşkerekirin ku 8 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 14 hezar û 49 kesan, ya mirinan bû 462 kes û 444 nexweş jî baş bûne.