Rojava | 7 kesan wefat kir, 37 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd – Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya îr Înê de eşkere kir ku di 24 saetên borî de 7 kesên din ji koronayê wefat kirine.
Li gorî amarên Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihandin, 37 kesên din li herêmên deshilatiya Rêveberiya Xweser bi koronayê ketine û 7 kesan jî can daye.
Dr. Mistefa daye xuyakirin ku 37 kesên din bi koronayê ketine, 23 mêr û 14 jin in.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 saetên borî de 14 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re, li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 15 hezar û 833 kesan, ya mirinan bû 578 kes û heta niha hezar û 620 kes baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin