Rojava | 4 kesan wefat kir û 105 kesên din bi koronayê ketin

09 June 2021 19:38 0 dîtin
Rojava | 4 kesan wefat kir û 105 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya îro Sêşemê de eşkere kir ku li herêmên bin deshilata wan 105 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî pê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 105 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 12 kes li Hesekê, 19 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 4 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 3 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanî, 24 kes li Reqayê, 20 kes li Tebqayê, 6 kes li Minbicê û 6 kes li Kampa Holê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 18166 kesan, ya mirinan bû 741 kes û heta niha 1839 kes jî baş bûne.