Rojava | 5 kesan wefat kir û 199 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr deshilata Rêveberiya Xweser 199 kesên din bi koronayê ketin û 5 kesan jî wefat kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xwerser Dr. Ciwan Mistefa îro 15ê Nîsanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 5 kesên ji ber koronayê mirine ku 2 kes li Tebqa, kesek li Hesekê û kesek jî li Qamişloyê ye.
Mistefa eşkere kir ku 199 kesên din jî bi koronayê ketine ku ew jî li Hesekê: 39, li Qamişlo: 57, li Dêrik: 35, li Dirbêsiyê: 4, li Kobanê: 16, li Reqa: 23, li Tebqa: 17 û li Minbic: 8 kes in.
Mistefa diyar kir ku 8 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 13 hezar û 203 kesan, ya mirinan bû 442 kes û heta niha hezar û 407 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin