Li Hewlêrê 7 kesên din bi temamî ji Covid-19 bas bûn

19 April 2020 18:10 0 dîtin
Li Hewlêrê 7 kesên din bi temamî ji Covid-19 bas bûn

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê îro 19ê Nîsanê ragihand ku 7 kesên din ji nexweşên koronayê baş bûne û bo malên wan hatine şandin.

Di daxuyaniya Tenduristiya Hewlêrê de hat gotin: “Hemwelatiyên xweştivî yên bajarê Hewlêrê, em ji we re radigihînin, ku 7 nexweşên vîrusa koronayê COVID-19 piştî wergirtina çareseriyên pizîşkî bi tevahî baş bûne û rewşa tendirustiya wan baş e, û li pey hev pişkinînên taybet bi wan hatine kirin ku encam negatîv bûn û biryar hat dan, ku bo mal bêne şandin.”

Herwiha hat diyarkirin ku bi vê yekê re hejmara kesên ku heta niha li Hewlêrê ji vê nexweşiyê baş bûne bûye 125 kes.

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê spasiya hemwelatiyan kir ku pabendî biryar û rînimayiyên xweparastina ji COVID-19 bûne û spasiya pizîşkan û karmendên tenduristîyê û tevahiya hêzên navxwe yên Herêma Kurdistanê jî kir ku di hewldanên ji bo parastina tenduristiya xelkê de beşdar in.