Li Hewlêrê 12 kesên din bi Covid-19ê ketin

23 March 2020 12:24 0 dîtin
Li Hewlêrê 12 kesên din bi Covid-19ê ketin

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê 12 haletên nû yên tûşbûna bi Covdi-19ê hatin piştrastkirin.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, 12 kesên din li bajarê Hewlêrê bi vîrsa koronaya nû (Covid-19) ketine. Li gor daxuyaniyê, di 24 demjimêrên borî de pişkinîna koronayê ji bo 260 kesan hatiye kirin, ku 176 pişkinîn li Hewlêrê û 62 li Silêmaniyê û 22 pişkinîn jî li Duhokê hatine kirin.

Wezareta Tendirustiyê dibêje, encamên 22 ji wan pişkinînan pozîtîf derketin ku 10 li parêzgeha Silêmaniyê ne, ku pêştir hatibû ragihandin, û 12 jî li Hewlêrê ne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, 9 ji wan kesan têkiliya wan bi tûşbûyê Komelgeha Sêbîran a Hewlêrê hebûye ku duh tûşbûna wî bi koronayê hatibû piştrastkirin, herwiha 3 kesên din jî têkiliya wan bi wî xwandekarî ve hebûye ku berî çend rojan tûşbûna wî hatibû ragihandin û ji Îranê ve vegeriyabû Herêma Kurdistanê.

Bi wan 12 kesan, hejmara tûşbûyên Koronayê li parêzgeha Hewlêrê bo 22 kesan bilind bû.

Hejmara giştî ya kesên ku heya niha li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Covid-19 ketine, gihîşte 76 kesan ku 13 kes baş bûne û tenê kesek miriye.