COVID-19 | 1228 kesên din bi koronayê ketin û 15 kes mirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24 saetên borî de 1228 kesên din li seranserê Herêma Kurdistanê bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan jî can daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1228 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 179 kes li Hewlêrê, 442 kes li Silêmaniyê, 477 kes li Duhokê, 38 kes li Helebceyê, 69 kes li Germiyanê û 23 kes jî li Raperînê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 406 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 134 hezar û 656 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 814 kes û heta niha 114 hezar û 845 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin