COVID-19 | 256 kesên din bi koronayê ketin, 3 kes jî mirin

07 March 2021 17:33 0 dîtin
COVID-19 | 256 kesên din bi koronayê ketin, 3 kes jî mirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro Yekşemê ya rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand ku 256 kesên din bi koronayê ketine û 3 kesan jî wefat kiriye.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê eşkere kir ku di nav 24 saetên borî de 256 kesên din li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 3 kesan jî wefat kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku 135 pêketiyên koronayê jî baş bûne.

Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 110 hezar û 512 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 537 kes û heta niha 104 hezar û 488 nexweşên koronayê jî baş bûne.