Li Herêma Kurdistanê 13 kesên din ji koronayê mirin û 1532 kes jî pê ketin

03 October 2021 21:08 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 13 kesên din ji koronayê mirin û 1532 kes jî pê ketin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê rewşa dawî ya Covid-19 eşkere kir.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 13 kesên din ji ber nexweşiya vîrusa koronayê mirine û 1532 kesên din jî pê ketine.

Herwiha wezaretê eşkere kir ku 1388 pêketî jî baş bûne.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ji destpêka pandemiya koronayê ve hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 924 kesan.