Li Herêma Kurdistanê 11 kes mirin û 649 kesên din jî bi koronayê ketin

20 May 2021 19:46 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 11 kes mirin û 649 kesên din jî bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 649 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 20ê Gulanê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 649 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 147 kes li Hewlêrê, 226 kes li Silêmaniyê, 195 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 63 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 2 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha hat diyarkirin ku di 24 demjimêran de 849 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 163666 kesan, ya mirinan bû 4195 kes û heta niha 147407 nexweş jî baş bûne.