Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din ji ber koronayê mirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa 24 saetên dawî ya vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 20 kesên din ji ber nexweşiya vîrusa koronayê can dane û 1463 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Herwiha Wezareta Tenduristiya Kurdistanê eşkere kir ku di 24 saetên borî de 2 hezar û 138 kesên din jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara mirinên ji koronayê gihîşt 5 hezar û 522 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin