Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi koronayê mirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya îro ya wezaretê di nav 24 saetên borî de 20 kesên din bi koronayê mirin û 2 hezar û 362 kesên din jî pê ketin.
Herwiha di nav 24 saetên borî de 1923 pêketîyên koronayê jî baş bûne.
Bi wefata 20 kesên din re li Herêma Kurdistanê hejmara mirinên bi koronayê gihîşt 5 hezar û 78 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin