Kurdistan | 9 kes ji ber koronayê mirin û 1360 kesên din jî pê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa 24 saetên dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê di 24 saetên borî de 1360 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 9 kes jî pê mirin.
Herwiha hat diyarkirin ku 1504 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên korona gihîşt 337972 kesan, ya mirinan bû 5946 kes û heta niha 305123 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin