6 emîn fûara pirtûkan ya Diyarbekirê îsev diqede
PeyamaKurd- 6 emîn fûara pirtûkan ku li Diyarbekirê çêbû îşev bi dawî dibe. Bi dehan weşanxaneyên Kurdistana Bakûr û Tirkiyê tevlî fûarê bûn. Fûar ji 25 ê mehê destpêkir û îşev an ku di 30 yê êlûnê de diqede.
Tevlîbûna hemwelatiyan bo fûarê gelek baş bû û bi taybetî di roja şemiyê de bi deh hezaran kes tevli fûarê bûn. Nivîskar li weşanxaneyên cuda berhemên xwe bi taybetî bo xwendevanên xwe îmza kirin. Sohbetên taybet hatin kirin û konferans hatin dayîn.
Fûara pirtûkan gelek salan li Diyarbekirê tê lidarxistin û xwendevan dikarin derfetên bidestxistina pêdiviyên xwendina xwe bibînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin