7 welatên Ewropayê rêyên xwe ji rêwiyên Tirkiyê re girtin!

30 December 2021 18:06 0 dîtin
7 welatên Ewropayê rêyên xwe ji rêwiyên Tirkiyê re girtin!

PeyamaKurd – Welatên Îspanya, Holanda, Swîsre, Îtalya, Luksemburg jî di nav de 7 welatên Ewropayê ragihandine ku ew di çarçoveya tedbîrên pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê û bi taybet jî cûreya guhertî ya vîrusê Omicron de, hatina rêwiyên ji Tirkiyê qebûl nakin.

 Li gorî ragihandina Saziya Sivîl a Geştên Asmanî tabloya çûyîna welatan a welatiyan hatiye nûjenkirin û di wê çarçoveyê de jî rêwiyên ji Tirkiyê wê nikaribin derbasî welatên Îspanya, Holanda, Swîsre, Îtalya, Xirwatistan, Îzlanda û Luksemburgê bibin.

Herwiha li gorî rênimayên nû ji bo hejmarek welatên din ên wekî Iraq û Herêma Kurdistanê jî testa koronayê ya PCR a beriya 72 saetan û karantîneya 14 rojan hatiye ferzkirin.