8 ji wan zarok 11 Kurdên Rojava li derya Egeyê xeniqîn

13 January 2020 15:10 0 dîtin
 8 ji wan zarok 11 Kurdên Rojava li derya Egeyê xeniqîn

PeyamaKurd – Şeva borî belemeke koçberan li navçeya Çeşme ya Îzmîr a Tirkiyê noqî deryayê bû ku 19 koçberên bi rêyên qaçaxî diçûn ber bi peravên Ewropayê tê de hebûn.

Hat zanîn ku ji wan koçberan 11 kesan di encama noqbûna belemê de di nav avên Egeyê de xeniqî ne ku 8 ji wan jî zarok bûn.

11 koçberên piraniya wan zarok ku yek ji wan 6 jî mehî bû di belemê de can dan ku kurdên ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ne û ji yek malbatê ne.

Li gorî zanyariyariyan tenê 8 kes ji wan 19 kesan hatine rizgarkirin.