82 malbatên DAISiyan ji Kampa Holê ji bo Dêrezorê hatin arastekirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 82 malbatên DAIŞiyan yên li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ji kampê hatin derxistin û ji bo Dêrezorê hatine arastekirin.
Li gorî daxuyaniya Rîwangeya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji 82 malbatên ku li Kampa Holê ne bi giştî 346 kes in, ji bo Dêrezorê hatine arastekirin.
Piştî civîna rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi Yekîtiya Niştimanî ya Sûriyeyê û hozên Ereb ên Rojavayê Kurdistanê re, ev biryar hatibû standin.
Jêderên herêmî jî ragihandin ku piştî vê biryarê, dest bi derxistina malbatên DAIŞiyan a ji Kampa Holê hatiye kirin.
Di operasyonên li dijî DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê de, bi deh hezaran endamên DAIŞê û malbatên wan hatibûn girtin û ew li Kampa Holê û kampên din hatibûn bicihkirin.
Nêzîkî 45 hezar û 355 kesên ji Sûriye û Iraqê ku piraniya wan endamên DAIŞê ne û malbatên wan in, li kampên di bin kontrola HSDê de ne.
Herwiha 2 hezar endamên DAIŞê yên biyanî û malbatên wan jî li kampê ne.
Li gorî daneyên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serkêşiya wê dike, 21 hezar û 633 kesên girêdayî DAIŞê yên di kampan de ne Sûriyeyî û 17 hezar û 22 jî Iraqî ne.
HSDê di meha Adarê de bang kiribû ku ji bo endamên DAIŞê yên li Rojava hatine girtin, çareseriyek cîhanî bê dîtin.
Di daxuyaniya HSDê de wiha hate gotin: "Em ji bo sererastkirina binesaziyên ku ji ber terorê wêran bûne banga tevlîbûna berfireh a navneteweyî dikin. Qeyrana girtiyên DAIŞê çareseriyeke cîhanî dixwaze."
HSDê her wiha hişyarî dabû ku hê jî şaneyên razayî yên DAIŞê ji bo herêmê û cîhanê metirsîdar in û gotbû: “Ji bo têkbirina bi tevahî ya DAIŞê, pêwîstî bi tunekirina zemîna wê ya bîrdozî heye. DAIŞ hîn jî hewl dide ku hejmara endamên xwe zêde bike û wan di rêzên xwe de bi cih bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin