85 saziyên sivîl ên Diyarbekirê, êrîsên li dijî Amedsporê sermezar kir
PeyamaKurd- Nûnerên 85 sazî û rêxistinên sivîl û civakî yên Diyarbekirê, îro êrîşên ku li dijî tîma futbolê ya Amedsporê hatibûn kirin, bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kir.
Li ser dîmenên ku li yarîgeha pêşbirka Amedspor û Bursasporê derketin pêş ku wekî gefên salên 1990î hatin pênasekirin, ji hemû qadên raya giştî yên bakur û Tirkiyeyê nerazîbûn derketin pêş.
Îro jî li Diyarbekirê nûnerên 85 sazî û dezgehên sivîl daxuyaniyek da û hem êrîşa li dijî tîmê hem jî dîmenên gefxwarin û hewilên nijadperestî hatin şermezarkirin.
Daxuyanî, ji aliyê Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ve hat dayîn û hat diyarkirin ku divê Bursapor bi biryara dadger, têkçûyî were ragihandin û yarîzanên Bursaporê ku li dijî rêzikên werzîşê tevgeriyane, werin diyarkirin û ji yariyên fermî heta hetayê werin qedexekirin.
Bi navbeynkariya daxuyaniyê tekezî li serê wê yekê hate kirin, handêrên ku nijadperstî û êrîşkarî kirine, dirûşmên nijadperestî, kirêt û nefretê bilind kirine û pankartên ku pesnê tawanê û tawanbaran didin xistine nav yarîgehê, ji temaşekirina yariyan werin qedexekirin.
Serokê Baroyê got ku divê bi biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, Bursapor heta dawiya werzê futbolê, yariyên xwe bê hander bilîze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin