Sûriye | Li dijî hêzên koalîsyonê û sivîlan êrîsên xwekujî

09 April 2019 19:42 0 dîtin
Sûriye | Li dijî hêzên koalîsyonê û sivîlan êrîsên xwekujî

PeyamaKurd – Li bajarê Reqayê ku di bin kontrola HSDê de ye, di encama êrîşeke wesayîta bombebarkirî de 9 kesan can da.

Li gor ragihandina çavkaniyên herêmî êrîş bi wesayîteke bombebarkirî li ser kolana Nûr a navenda Reqayê hatiye kirin û li gor zanyariyên destpêkê, 9 sivîlan ku zarok jî di nav de hene jiyana xwe ji dest dane.

Dîsa di heman demê de, li ser riya navbera bajaroka Şedadê û ya 47an jî xwekujekî bi erebyeke bombebarkirî êrîşî dewriyeyeke Koalîsyona Navdewletî kir.

Li gorî agahiyan di encama vê teqînê de ti zirar negihîştiye endamên Koalîsyonê.