95 Hûsîyên Îranî hatin kustin û 11 wesayîtên wan hatin teqandin
PeyamaKurd – Hêzên Hevpeymaniya Erebî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî ragihand ku di operasyonên 24 saetên dawî yên li parêzgeha Marib a Yemenê de, 95 çedarên Hûsiyan hatine kuştin û 11 wesayîtên leşkerî hatine teqandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hêzên Hevpemaniya Erebî de hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de li herêmên El-Cewbe û El-Kessara yên Maribê li dijî Hûsiyên bi ser Îranê ve 22 operasyon hatine encamdan û di operosyanan de 95 çekdarên Hûsî hatine kuştin û 11 wesayîtên wan ên leşkerî jî hatine teqandin.
Li Yemenê 7 sal in şer di navbera Hûsîyên Îran piştevaniya wan dike û hêzên hikûmetê de şer dewam dike û Hûsî ji Sibata 2021ê ve hewl didin bajarê Maribê bixin kontrola xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin