Yemen: Rêberekî wan jî tê de bi dehan Hûsîyên Îranî hatin kustin

31 January 2021 18:04 0 dîtin
Yemen: Rêberekî wan jî tê de bi dehan Hûsîyên Îranî hatin kustin

PeyamaKurd - Artêşa Yemenê ya bi hevkariya Hevpeymana Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, şerê Hûsiyan dike bîlançoya operasyonên xwe ragihand.

Artêşa Yemenê da xuyakirin ku Hevpeymana Erebî gelek moşek bi ser cihê Hûsiyan de li Mearabê barandine ku bi dehan Hûsî hatine kuştin û alavên wan yên leşkerî hatine wêrankirin.

Artêşê ragihand, li rojhilatê parêzgeha Hudeyda jî di encama oprasiyonên leşkerî de gelek kuştî û birîndarên Hûsiyan çêbûn.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku rêberekî Hûsiyê bi ser Îranê ve bi navê Îbrahîm Deylemî li navçeyeke rojhilatê bajarê Hedîde hatiye kuştin.

Herwiha hat diyarkirin ku tîmên endeziyariya artêşa Yemenê 5 hezar bombeyên ku Hûsiyan li parêzgeha Hica çandibûn bê bandor kirin.

Hevpeymaniya Erebî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dronek bombekirî ya Hûsîyan ber bi Erebistana Siudiyê ve avêtibû, hatiye bêbandorkirin.