Abdulkadir Selvî îdîa kir ku qeyûm dê bo 34 saredariyên din jî bê tayînkirin
PeyamaKurd – Piştî tayînkirina qeyûman a li şaredariya Colemêrg, Mêrdîn, Batman û Xelfetiya navçeya Rihayê yên ku di bin rêveberiya DEMê de bûn, îdiaya ku dê pêleke din a qeyûman were rojevê.
Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvî di qunciknivîsa xwe ya îro de îdia kir ku amadehiya tayînkirina qeyûman a ji bo 38 şaredariyên din jî yên Partiya DEMê tê kirin.
Selvî diyar kir ku 38 şaredarên DEMê ji aliyê “Qendîlê” ve hatine diyarkirin û diyar kir ku ji bo van kesên ku bi PKKyê re têkildar in, amadekarî dewam dikin.
Beşa eleqedar a gotara Selvî wiha ye:
“Hat diyarkirin ku 38 şaredarên DEMê ji aliyê Qendîlê ve hatine diyarkirin. Tê gotin ku hejmara şaredarên ku têkiliyên wan bi PKKyê re hene û darizandina wan dewam dike û der barê wan de lêpirsîn tê vekirin 38 e. Ji nav wan, qeyûm bo şaredariya Colemêrg, Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê hatin tayînkirin. Nirxandina şaredarên din jî yên ku têkiliya wan bi PKKyê re heye dewam dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin