Aborînasên Kurdistanê: Lîstika siyasî ya birçîkirina gelê Kurd nayê qebûlkirin
PeyamaKurd - Sendîkaya Aborînasên Kurdistanê li ser neşandina bûdçe û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û wekî fişara siyasî bikaranîna wê li ser Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî ye û li gorî yasayê erk û mafên darayî yên darayî hatine diyarkirin. Pêwîst e mijara bûdçe û mûçeyê bi ti awayî bi lîstikên siyasî re neyê tevlîhevkirin û nabe karmendên Herêma Kurdistanê bibin qurbaniyên nakokiyên siyasî.”
Sendîkaya Aborînasên Kurdistanê diyar kirB “Em di Sendîkaya Aborînasên Kurdistanê de, li dijî siyaseta cudaxwazî û bicihnekirina destûr û yasaya bûdçeya Iraqê û xwevedizîna ji sozan in ku niha dûr ji berjewendiyên hevpar, destûr û yasayê, kemîneyek di nav aliyên siyasî yên Iraqê de û kesên di hikûmeta Iraqê de hene wê peyrew dikin, mûçe û debara xelkê kirine kart û zextên siyasî ji bo ajanda û armancan li dijî Kurdan bikar tînin.”
Hat gotin: “Birîn û neşandina pişka herêma Kurdistanê ji budçeya Iraqê ji aliyê Hikûmeta Iraqa Federal ve, bi lîstikeke siyasî re hatiye tevlîhevkirin, ev ji bilî dorpêçkirin û birçîkirina gelê Kurdistanê, nayê ti wateyeke din.”
Di daxuyaniyê de destnîşan kirin: “Em wek Sendîkaya Aborîzanên Kurdistanê piştevaniya hemû danûstandin û têgihîştina di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de dikin û daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanê jî dikin ku hemû hêz û şiyanên xwe ji bo parastina maf û şayesteyên darayî yên mûçexwarên Kurdistanê bikin yek, rê nedin ti kes û girûp zirarê bigihînin mûçe û debara xelkê Kurdistanê, gefê li qewareya Herêma Kurdistanê bixwin û pêwendiyên di navbera Herêm û Iraqê de bi awa û şêwazên cuda têk bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin