AFAD: Hêza erdheja li Deryaya Egeyê 4,4 bû!

27 June 2024 09:28 0 dîtin
AFAD: Hêza erdheja li Deryaya Egeyê 4,4 bû!

PeyamaKurd – Li peravên Gokçeada navçeya Çanakkaleyê ya li Deryaya Egeyê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, di saet 22.50an da li peravên Gokçeada ya Deryaya Egeyê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdhej 15,3 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgartiya Çanakaleyê ve hat dayîn de hat bibîrxistin ku di saet 22.50an de li deryaya Egeyê li Gokçeada navçeya Çanakkaleyê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li gorî kontrolkirinan rewşek neyînî derneketiye holê. Em ji we re şîfaya lezgîn dixwazin û bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin."