Agirbesta Xezzeyê | Rayedarên Îsraîlî serdana Misrê kirin

24 August 2024 14:51 0 dîtin
Agirbesta Xezzeyê | Rayedarên Îsraîlî serdana Misrê kirin

PeyamaKurd – Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Almanyayê (DPA) Serokê Îstixbarata Îsraîlê û Serokê Servîsa Ewlekariya Giştî (GSS) çûn Misrê.

Rojnameya Yediot Ahronot a Îsraîlî diyar kir ku armanca hatina rayedarên Îsraîlî "pêşxistina peymana rehîne û muzakereyên agirbesta Xezzeyê ye."

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku nûnerê Serokê DYAyê yê Rojhilata Navîn Brett McGurk jî dê beşdarî hevdîtinan bibe.

Balyozê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî doh ji Encûmena Ewlekariyê re got ku agirbest û rêkeftina berdana rehîneyan li Xezzeyê "niha li ber çavan e" û ji endamên encumenê xwest ku zextê li Hamasê bikin da ku pêşnûmeya Amerîkî ya ku ji hêla Îsraîl ve hatî pejirandin qebûl bike.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, danûstandin li ser esasê prensîbên ku di 31ê Gulanê de ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve hatine pêşkêşkirin û bi biryara 2735 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî piştgirî hatiye kirin, tên kirin.