Ahmet Davutoglu dê partiya nû li Diyarbekirê bide danasîn
PeyamaKurd- Tê gotin ku serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu partiyeka nû datîne û wê danasîna wê li Diyarbekirê, bi tevlîbûna şîveka fetarê de bide kirin. Ragihandin ji aliyê DW de hat kirin.
Tê gotin ku Ahmed Davutoğlu bi gelek parlementer û şexsiyetan re hevdîtin kiriye û hêjî dewam dike. Di nava wan de ji wezîrên berê yê AKP ê Mehmet Şimşek, Cevdet Yılmaz û Numan Kurtulmuş hene. Davutoğlu dixwaze ew kesên ku li Kurdistanê bi AKP ê re ne lê bi xwe ne AKP yîne, wan Kurda bigre cem xwe. Amblema partiya nû li ser zemîna kes nefelak sipî ya 4 pel e.
Berê dihat gotin ku Ali Babacan bi Davutoğlu re ye lê tê gotin ku li ser mezinahiyê lihev nekirine. Dibe ku Babacan cuda tevbigere û tê gotin ku pêre 35 parlementerên AKP ê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin