Ahmet Turk: Dozeke siyasî ye, ez bi destûra walî û qeymeqam çûm Kobaniyê
PeyamaKurd – Şaredarê Mêrdînê yê qeyûm li şûna wî hatiye danîn Ahmet Turk, îro 19ê Cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Kobanî de îfade da dozgeriyê.
Ahmet Turk îro ligel parlamentera HDPê ya Mêrdînê Pero Dundar ji dadgeha Mêrdînê bi rêya SEGBIS (Platforma Dengî û Dîmenî) îfade da Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ku lêpirsîna bûyerên 2014an ên Kobaniyê birêve dibe.
Ahmet Turk piştî derketina ji îfadeyê got ku piştî 6 salan vekirina dozeke wiha biryareke siyasî ye û diyar kir ku wî ji dozgeriyê re gotiye: “Ez bi destûra Waliyê Riha û Qeymeqamiya Pirsûsê çûm Kobaniyê.”
Ahmet Turk di îfadeya xwe de dibêje, ew bi agahdariya dewletê çûne Kobanî û wiha ji dozger re axiviye:
“Ez sala 1973an ketim parlamentoyê. Min 6 geran parlamenterî kir. Min di jiyana xwe de li ser wê yekê kar kiriye pirsgirêk bi çareseriyên demokratîk bên çareserkirin. Bi sedan car derketim bernameyên televizyonan. Min daxuyanî dan. Li vê derê li ser şareseriya demokratîk û aştiyane pêdagir bûm. Min bi hezaran car got ku tundûtûjî pirsgirêkan çareser nake. Li Kobanî karesatek hebû. Zêdeyî 15 hezar koçber hatine wê derê û ji bo alîkariya koçberan ne tenê me daxuyanî dan, dewletê bi xwe jî di vî warî de alîkarî kir. Herwiha me ligel Waliyê Mêrdînê alîkarî organize kir. Di vî warî de daxuyaniyên min hene lê li ser wê yekê bûn xelk hevkariyê bike. Ez wê demê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûm. Ne di Encûmena Navendî de bûm. Daxuyaniyên Encûmena Navendî min ji medyayê bihîstin.
Serdanek bû bizanin rewş çawa ye û çend avahî hatin rûxandin destnîşan bikin. Me ev serdan ligel grûpeke 10-15 kesî kir. Em bi destûr çûn wê derê. Serdanek bû em bizanin ka dikarin çi alîkariyekê bikin, ne serdanek bû berpirsên rêxistinê bibînin an ligel KCKê hevdîtinan bikin. Tenê me rewş nirxand û hinek merivên li Kobanî mabûn pêşwaziya me kirin, ji bo rewşê bibînin û bizanin dikarin çi bikin çûm, mesele hemû ev e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin