Ahmet Turk: Wê ev deshilatdarî Tirkiyê ber bi serê navxweyî ve bibe!

18 June 2021 17:32 0 dîtin
Ahmet Turk: Wê ev deshilatdarî Tirkiyê ber bi serê navxweyî ve bibe!

PeyamaKurd - Siyasetmedar û şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, di daxuyaniyeke çapemeniyê ya li dijî êrîşa ser avahiya HDPya Îzmîrê û kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyraz axivî û diyar kir, ew ji ber qetilkirna Denîz Poyraz gelek xemgîn in û divê ji bepirsiyar û kujeran hesab were pirsîn û ew ê jî hesabê vê komkujiyê bipirsin.  

Ahmet Turk got, ew faîlên êrîşa li Îzmîrê ji dema berê ve nas dikin û diyar kir: “Wê ev deshilatdarî vê hêzê di destê xwe de bigire. Bi projeyên ku Tirkiyeyê ber bi şerê navxweyî ve bibin û darbeyek mezin li darbeyê bidin.” 

Ahmet Turk got ku ew wek HDP têkoşîna demokrasiyê, maf û azadiyê didin û wiha pê de çû: “HDPê terorîze dikin û didin nîşandan. Bepirsiyarê bûyerê ew kes in ku partiya me hedef nîşan didin. Em wê hêz û îqtidarê nas dikin ku êrîş dibin ser HDPê. Ev îqtidar jî wek îqtidarên berê nijadperest û faşîst e. Me serdemên salên 1993 û 1994an ji bîr nekiriye.”  

Turk da zanîn ku gelê kurd her ku destkeftiyan bi dest dixe bi êrîşan re rûbirû dimîne û got: “Ev feraset dixwaze kurdan bitepisîne û bêdeng bike. Ev kesên ku bi komkujiyan, gefan û gefên girtina partiyê dixwazin têkoşîna gelê kurd asteng bikin, xwe dixapînin. Her ku ew bi ser me ve tên, em xurttir dibin. Divê partiya sereke ya muxalefetê bi gotinên mîna ‘lê û lê belê’ nêzî meseleyê nebin. Divê ji bo Tirkiyeyek demokratîk bikevin nav hewldanek tevgeriya bi hev re û têkoşînek hevpar.” 

Turk herwiha xwest ku ‘gelên Tirkiyê li ser nirxên demokratîk ên hevpar werin ba hev’ û got: “Heke em li ser nirxên hevpar neyên cem hev, bawer bikin sibê ku ev îqtidar hilbijartinê winda bike jî wê vê hêzê di destê xwe de bigire. Bi projeyên ku Tirkiyeyê ber bi şerê navxweyî ve bibin û darbeyek mezin li darbeyê bidin.”