Ajansa Reuters: Niyeta Hîzbûllahê tine ku hêzên xwe bisîne Sûriyê
PeyamKurd – Piştî şerê Îsraîlê û Hîzbûllahê hêza Hîzbûllahê gelek qels bû. Niha pêdiviya serokê Sûriyê Beşar Esad bi desteka Hîzbûllahê heye lê Hîzbûllahê ji bo ajansa Reutersê ragihandiye ku niyeta Hîzbûllahê tine ku qewetên xwe ji Sûriyê re bişîne.
Piştî agirbesa navbera Lubnan û Îsraîlê Tahrir eş-Şam (HTŞ)û Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO), piştî agirbesê operasyon kirin ser Helebê. Heleb, balafirgeha Helebê xistin dest û niha ber bi bajarokê Hamayê de diçin. Hêzên Sûriyê jî naxwazin xwe bixin ber hedefan û paşde vedikşin.
Ji Hîzbûllahê rayedarekî di asta bilind de ji bo ajansa Reutersê ragihandiye ku niyeta wan tine qewetê ji bo rejîma Sûriyê bişînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin