Ajokarekî Urdinî li deriyê sînor 3 îsraîlî kustin
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku li nêzî deriyê sînor ê di navbera Dîfa Xerbiye û Urdunê de, kesekî bi guleyan êrîş kiriye.
Tenduristiya lezgîn a Îsraîlê daye xuyakirin, di encama gulebaranê de 3 Îsraîlî hatine kuştin.
Herwiha artêşa Îsraîlê jî ragihand, êrîşker hatiye kuştin, lê agahiyên hûrgiliyên bûyerê nehatin dayîn.
Li gorî medyayê êrîş ji aliyê ajokarekî urdunî ve hatiye kirin.
Tora El Erebiye El Hedes ragihandiye, ajokar ji Urdunê ye û artêşa Îsraîlê piştî bûyerê derî bi temamî girtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin