AK Partî ji bo destûra nû serdana DEM Partiyê dike
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku wê şanda Dad û Geşepêdanê (AK Parti) ji bo piştevaniyê di xebatên destûra nû ya Tirkiyeyê de bixwaze, serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bike.
Serokê Parlamentoya Tirkiyê ji AK Partiyê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de, wê serdana Koma Parlamenê ya DEM Partiyê bike.

Hate zanîn ku wê Nûman Kurtulmuş vê hefteyê bi rojeva destûra bingehîn a nû û guherîna rêznameyê serdana partiyên siyasî yên komên wan li parlamentoyê hene bike û piştgiriyê ji wan bixwaze. Kurtulmuş serdana xwe ya ewil 30ê Nîsanê bo Koma CHPê dike.
Kurtulmuş 2yê Gulanê li demjimêr 12.00 jî serdana Koma Parlamentoyê ya DEM Partiyê dike ku biryare mijara guhertina destûra bingehîn a nû were gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin