Serokwezîrê raspartî serdana Kurdistanê dike
PeyamaKurd- Serokwezîrê bo hikûmeta nû ya Iraqê raspartî parêzgarê Necefê yê berê Ednan Zurfî bi Wezîrê Darayî yê Kurd di hikûmeta Iraqê de Fûad Hûsên re civiya.
Hat zanîn ku di hevdîtinê de li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye rawestîn û Zurfî gotiye, ew dê di rojên pêş de serdena Herêma Kurdistanê bike.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de, rewşa aboriya Iraqê, petrol, mijara budceya herêma Kurdistanê û derketina ji krîzê hatine gotûbêj kirin.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih piştî ku Mihemed Tewfîq nekarî hikûmetê ava bike û baweriyê bistîne, 17ê Adarê Ednan Zurfî bo avakirina hikûmeta Iraqê erkdar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin