Akar bo ‘Herêma Ewle’: Plana me ya B û C jî amade ye!

12 August 2019 17:21 0 dîtin
Akar bo ‘Herêma Ewle’: Plana me ya B û C jî amade ye!

PeyamaKurd -  Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar derbarê rêkeftina ligel Amerîkayê ya bo ‘Herêma Ewle’ li bakurê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di bernameya televizyona dewletê TRT Haberê de got, li rojên pêş dê ‘Odeya Operasyonên Hevbeş’ a bi Amerîkayê re li ser lihev kiribûn were avakirin.

Akar herwiha diyar kir ku heger plana wan a ligel Amerîkayê bi ser nekeve ‘Plana me ya B û Cyê jî amade ye, dê çalakiyên me çêbin.”

Li ser kûrahiya herêma ewle ya tê çaverêkirin jî Akar got, “Divê kûrahiya korîdorê 30-40 kîlometre be, em texmîn dikin ku di vê mijarê de gav bê avêtin.”