WHO: “Plana belavkirina asiya Kovid-19 ê bo welatên kêmdahat amade ye”

19 December 2020 22:33 0 dîtin
WHO: “Plana belavkirina asiya Kovid-19 ê bo welatên kêmdahat amade ye”

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO ragihand ku di belavkirina aşiya Kovid-19 ê de divê li temamê dinyayê weka hev bê belavkirin û plana ku amade kirine ya COVAX ê li ber deste. WHO yê got ku 2 mîlyar doz aşi, bo 190 welatan weka hev belav bibe hatiye veqetandin.

Hilberînerên aşiyê bende ne ku di 3 mehê ewilî yê sala 2021 ê de dest bi belavkirinê bikin. Di beyana COVAX ê de bo doza ku bişînin welatên halê wan orte û kêmhal, 1 mîlyar û 300 mîlyon doze. Niha hedefa COVAX ê ew e ku ragihandina aşiyê dê çawa di nava wan de bi alavan bê belavkirin li çareserkirina wê digerin.