Herêma Kurdistanê dest bi asiya Kovid-19 ê kir

05 March 2021 02:52 0 dîtin
Herêma Kurdistanê dest bi asiya Kovid-19 ê kir

PeyamaKurd – Herêma Kurdistanê dest bi aşiya Çînê ya ji aliyê şîrketa Sinopharm ê de hatibû hilberîn, kir.

Aşiya Sinopharm ê cara ewilî li Kurdistanê li Hewlêrê li nexweşxaneyekî li beşa hûrlênêrînê de bo 20 xebatkarên tendursitiyê hat kirin.

Wezareta tenduristiyê ya Iraqê jî ragihandibû ku wan dest bi aşiya Çînê ya bi navê Sinopharm ê ya Kovid-19 ê kirine. Hukumeta Çînê aşiyê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê bexşandibû û posta ewilî piştî 2 yê meha adarê gihabû Herêma Kurdistanê.

Balafira ku derziyên aşiya Kovid-19 ê hildigirt, tê de 50 hezar doz hebûn. Li gor ajansa Nûçeyan ya Iraqê, Iraq bo 2 mîlyon dozan bi Çînê re lihev kiribû.