Rûsya: Wê Talîban hewla belavkirina îdeolojiya xwe li welatên cîran nede!

30 August 2021 00:20 0 dîtin
Rûsya: Wê Talîban hewla belavkirina îdeolojiya xwe li welatên cîran nede!

PeyamaKurd -  Nûnerê Afganistan ê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Zamir Kabulov ragihand ku Moskow 8 sal in bi Talîbanê re di pêwendiyê de ye û li ser rewşa nû ya Afganistanê ku Talîban dibe deshaltdar got, wê Talîban îdeolojiya xwe li welatên cîran belav neke.

Kabulov di bernameyeke YouTube ya rojnamevan Vladimir Solovyev de gotiye, pêwîste Moskow bi deshilatdariya nû ya Afganistanê re pêwendiyên dualî bike û eşkere kir, Moskow 8 sal in bi Talîbanê re di pêwendiyê de ye û êdî rastiyeke ku Tevgera Talîbanê desthilata welat xistiye destê xwe.

Kabulov herwiha diyar kiriye, wê Talîban hewl neke ku îdeolojiya xwe li welatên cîran belav bike  û li gorî daxuyaniyên wan ew niha wekî hêzeke netewî tevdigerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, hê jî Tevgera Talîbanê di lîsteya rêxistinên terorî yên Rûsyayê de ye.