Aktorê navdar Donald Sutherland koça dawî kir

21 June 2024 13:53 0 dîtin
Aktorê navdar Donald Sutherland koça dawî kir

PeyamaKurd - Stêrkê fîlmên ‘Leyztikên birçîbûnê (The Hunger Games)’ û ‘Siya Tarîyê (Dont’t Look Now)’ aktorê Kanadayî Donald Sutherland, di 88 saliya xwe de koça dawî kir. Sutherlandê ku sedema mirina wî nehate aşkerekirin, demek dirêj bû tedawî dibû.

Agahiya mirina aktorê navdar ê ku di pêvajoya kariyera xwe ya 50 salan de, di 200î zêdetir fîlman de aktoriyê kiribû, ji aliyê kurê wî ve hate belavkirin.

Kiefer Sutherlandê ku ew jî wek bavê xwe aktorekî navdar e got: “Ez bi xemgîniyeke mezin, mirina bavê xwe Donald Sutherland radigihînim. Bi raya min ew, yek ji gringtirîn leyztikvanên dîroka sînemayê ye.”

Trudeau peyama sersaxiyê weşand

Ji ber koça dawî ya Donald Sutherland, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî peyameke sersaxiyê weşand.

Trudeau, ji bo Sutherland got: “Jîr û şareza bû û sekneke wî ya bi hêz hebû. Hunermendekî mezin ê Kanadayê bû.”

Bav û lawê leyztikvan: Donald Sutherland û lawê wî Kiefer Sutherland