Nivîskar û wergêrê navdar Ezîz Gerdî koça dawî kir

06 June 2022 13:39 0 dîtin
Nivîskar û wergêrê navdar Ezîz Gerdî koça dawî kir

PeyamaKurd – Nivîskar û wergêrê navdar ê Kurd Ezîz Gerdî ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Li gor zanyariyan, nivîskarê Kurd Ezîz Gerdî îro danê sibê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Hat zanîn, Ezîz Gerdî demek dirêj bû nexweş ketibû û herî dawî li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê hatibû razandin.

Ezîz Ehmed Ebdullah (Gerdî) sala 1947 li Helwêrê ji dayîk bibû û mala wî li nahiya Behrikê ya Hewlêrê bû. Ezîz Gerdî nezewicîbû û tevahiya temenê xwe ji bo nivîskarî û wergerandinê terxan kiribû.

Ezîz Gerdî ji bilî Kurdî, çar zimanên din jî dizanî: Fransî, Înglîzî, Erebî û Farisî.