Xelata rêzgirtinê dan nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar Jan Dost
PeyamaKurd – Rêxistina Kurdistan Diyalog, li Silêmaniyê xelata rêzgirtinê da nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar Jan Dost.
Li gor zanyariyan, Rêxistina Kurdistan Diyalog ji bo çapkirina romana wî ya nû ku bi Soranî jî berî çend rojan hat weşandin, ya bi navê (Ew li hêviya berbangê ne), li Silêmaniyê di civîneke berfireh de, xelata rêzgirtinê pêşkêşî Jan Dost kir.
Hat zanîn ku xelat ji aliyê Reûf Bêgerd ve hat pêşkêşkirin.
Herwiha hat ragihandin ku di merasima li Hola Salim birêve çû, bêhtirî 300 kes beşdar bûn, têde qala xebata wêjeyî ya Jan Dost û berhemên wî hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin