Yekem Xelata nivîskar û helbestavanê Kurd Qedrî Can hat dayîn

09 August 2020 19:02 0 dîtin
Yekem Xelata nivîskar û helbestavanê Kurd Qedrî Can hat dayîn

PeyamaKurd – Di 48 saliya wefata nivîskar û helbestvanê Kurd Qedrî Can de, ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîkar û Rojnamevanên Sûriyê ve li Almanyayê bi merasîmeke taybet, Yekem Xelata Qedrî Can hat dayîn.

Di merasîma ku 9ê Tebaxê hat lidarxistin de, di warên helbest, lêkolîn, rexne, ziman û toreyê de, ji Başûrê Kurdistanê Mueyed Teyib û Edîb Çelkî, ji Bakurê Kurdistanê Fetah Tîmar û Rojavayê Kurdistanê jî Heyder Omer û Zagros Haco ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîkar û Rojnamevanên Sûriyê ve bi xelata yekemîn a Qedrî Can hatin xelatkirin.

Serokê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Sûriyê, Îbrahîm Yûsif got: “Qedrî Can ê her çar perçên Kurdistanê bû. Helbesta wî li ser Kurdistanê, li ser Nemir Mela Mistefa Barzanî, li ser Kurdistana Sûriyê, Kurdistana Bakur, Şoreşa Mehabadê. Wek pirekê bû û têkiliyên wî di navbera her çar perçeyan de hebû.”

Helbestvan û nivîskarê Kurd ê navdar Qedrî Can sala 1911an li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê û 9ê Tebaxa 1972an li paytexta Sûriye Şamê koça dawî kiriye.