Keça Kurd bi tabloya ‘Dayik’ xelata yekemîniyê wergirt

14 June 2021 19:05 0 dîtin
Keça Kurd bi tabloya ‘Dayik’ xelata yekemîniyê wergirt

PeyamaKurd – Keçeke Kurd a nişteciha welatê Qazaxistanê di hunera şêwekariyê de, ji Zanîngeha Hunerên Bedew a Akademiya Neteweyî ya Qazaxistanê xelata yekemîniyê wergirt.

Keça bi navê Dîlan Arif Nadir Nadirov a neviya akademîsyen û zanyarê Kurd ê navdar Prof. Dr. Nadir Nadirov, li Qazaxistanê di warê hunerên bedew û şêwekariyê de bû yekemîn.

Dîlan Arif Nadir, bi berhem û portreya xwe ya bi navê "Mat" ango "Dayîk" xelata yekemîniyê wergirt ku li ser armanca çêkirina tabloya xwe dibêje; dayîk di civaka kurdan de gelekî xurt e, pirî caran serkariya malbatê kiriye; li hêla din jî, ji bo parastina malbat û welatê xwe gelekî êş û azar kişandiye.

Dîlan Arif Nadir sala 1999an li Alma Ataya Qazaxistanê ji dayik bûye, sala 2017ê Dibistana Muzîkê temam kiriye û herwiha piyanîsteke serkeftî ye.

Dîlan Arif Nadir (Nadirov) sala 2018an ketiye Fakûlteya Hunerên Bedew a Akademiya Neteweyî ya Qazaxistanê û îsal temam dike.

Di dawiya xwendina vê akademiya navdar a li Qazaxistanê de, bi vê berhema xwe ya "Mat-Dayik" bû serfiraziya malbata xwe, gelê kurd û welatê Qazaxistanê.